23 Eylül 2007 Pazar

çiroke kurdi

Li gundekî Kurdistanê mirovekî feqîr û belengaz hebû. Navê wî Xalit bu, lê gundîyan jê ra Galo digotin. Di cêbika Galo da qurişik pere tune bû, lê rojê pakêtek titun dikişand. Havîna ji gundîyan ra paletî dikir, lê pere nedigirt. Suna peran da titun distand ku zivistanê bê cigare nemine. Berbi biharê berf dihelîya, hêşînayî derdora gund dixemiland. Her roj ji bo hatina biharê li gund şahîyek çêdibu. Lê Galo di van şahîyan da cîh nedigirt, kewra derdê wî yê giran destpêkiribû, tituna wî xilasbibu. Ne di gunda dikanek hebû jê titun deynkira, ne jî perê wi hebu ku biçuya bajêr.
Tunebuna cigarê Galo dîn û har kiribu. Ji van rojê ku Galo dîn har dibe, diçe alî malê û lavayî jina xwe dike.
- Keçê, li malê tişteki pere bike tune, ez bibim li bajêr bifroşim û ji xwe ra hinek titun bistînim.
Hê Galo gotinên xwe xilasnake, jina wî gotinên wî di devê wî da dihêle û dest bi nifira dike. Ser Galo da diqêre:
- Ma tu rewşa malê nizanî, nan tune ez bidim zarokan, tu bi derdê cigara xwe ketî.
Galo li ser gilî gazinên jina xwe hêrs serê xwe xwar dike, ji malê derdikeve û diçe nav Gund. Lazek şunda dîsa vedigere tê malê, carek din dîsa lavayê jina xwe dike:
- Ma tu hergav hirîyê dirêsî. Qe gilokek rîs jî tune, ez bibim bajêr bifroşim, ez bê cigare perîşan bum.
Jina wi carek dîsa ser Galo da hêrs dibe û dest bi gilî û gazinan dike.
- Mala te serê te da xirab nebe, tu xêncî cixarê tiştekî nafikirî. Gore di lingê zarokan da tu ne. Tu ji xwedê natirsî rîs ji min hirêyî û glokek rîs dixwazî. Ez heta gilokek rîs didim te, ezê bikim gore û têxim lingê zarokan.
Lê Galo dest ji lavakirinê bernade. Ji bo vê yekê jina wî zêde tamul nake, radibe gilokek rîs tîne li pêşîya Galo datîne. Galo gilolka rîs digre û radibe, bê xatir dikeve rê û berê xwe dide bajêr. Rê da hem diçe, hem jî giloka rîs hêdî hêdî diteqilîne. Mêze dike giloka wî gelek sivik e. Hinek difikire û bi xwe bi xwe ra dibêje:
- Hewce nine ku ez, ji bo vê gilokê ewqas rê biçim.
Ser vê gotinê hinek di cîyê xwe da disekine û difikir e, cixare dikeve bîra wî. Ji ber vê yekê dîsa berê xwe dide bajêr. Piştî çend gava d mêze dike ku li ser rê kusî kî li xwe civîya ye û cîyê xwe da sekinîye. Galo li ber Kusî hinek disekine û difikir e. Paşê giloka xwe ya rîs digre û li kusî dialîne. Kusî di nav rîs da winda dibe. Galo, giloka rîsê xwe dike hembêza xwe û tere nav bajêr. Nav bajêr da rasti miroveki qelew tê.
Galo mirovê qelew silav dike. Giloka rîsê xwe di hembêza xwe derdixe û ravayê mirovê qelew dide û jê dipirsê:
- Birayê delal, ez vî risê xwe li kuderê dikarim bifroşim.
Mirovê qelew li Galo mêze dike û dilê xwe da dibêje ezê vî mirovî bixapînim û risê wî erzan jê bistînim.
Pistra divê:
- Heger ku ez begem kim, ezê risê te bistînim..
Galo kêfxwes dibe û dibejê:
- Madem ku tu dixwazî rîsê min bistînî, emê berê biçin dikanekî gloka xwe biwezinînin.
Mirovê qelew:
- Ma ev ne tiştekî zor e.
Dikanek nêzik ravayê Galo dide û dibêje:
-Keremke, em herin vê dikanê. Di wêderê da gere terazi hebe.
Herdu bihevra dikevin dikanê, ji xwedîyê dikanê misadê dixwazin û giloka rîs diwezinînin.
Mirovê qelew ji Galo ra dibêje:
- Ez ji bo kiloya risê te panzdeh wereqa zêde qurişek nadim.
Galo jî:
- Baş e, lê biryarek min heye. Ez ku tiştekî bistînim jî, bifroşim jî, serî da xêr dikim.
Galo destê mirovê qelew digre hem dihejîne hem jî bi xwe bi xwe dibêje:
Bazar heye bi hizn û riza yeQeregoz di navda raza yeEz terim tu dimînî, tu vedîkî dibînîPaşê li min digerî nabînî
Vê çar rêzê sê cara li ser hev dibêje û destê xwe berdide. Perê xwe digre, yek u yek dijmêre dike cêba xwe. Gloka rîs a ku kusî di nav da, dide destê mirovê qelew. Xatirê xwe jê dixwaze û zorê dide gava ku zu ji wir dur keve..
Mirovê qelew jî giloka risê xwe digre û berê xwe dide malê. Dikeve hundir, ser jina xwe da diqêre û dibêje:
-Te hertim rîs ha rîs digot û guhê min dibir. A han ji tera gilokekî rîs. Hezdikî ji zarokan ra bike gore, hezdikî bike xalî û xalîçe.
Jina wî ji bo rîs şa dibe û dibêje:
- Lolo, ev gilok him mezin e, him jî gelek giran e. Were alîkarîya min bike, em vî bikin du gilok. Bila hevekî sivik be ku ez jî bikarim pê ra bi hêsanî kar bikim.
Mêrê wi zikê xweyê ter mizdide û dibêje:
-Tu çi dixwazi bike. Rîs jî rîsê te ye, kar jî karê te ye, çawa dixwazî wisa bike, bese ku guhê min berde. tiştekî ji min nexwaze.
Jinik gumana xwe ji mêrê xwe di bire û serê rîs dide destê xwe, hêdî hêdî giloka xwe vedike. Giloka rîs hê nîvî nabe, mêze dike fişe fişa kusîye û di nav rîs da raza ye. Jinik gilokê qildike davêje û direve tere ba mêrê xwe.
- Malxirab, kî te xapand, rabe pê keve. Nav giloka rîsê te da kusî kî qasî serê te derket.
Li ser vê gotina jina xwe mirovê qelew li çokê xwe dixe û dibêje:
- Wele waxta ku me bazara xwe xêr kir, kurê kerê sê cara ser hev got, "di nav da raza ye", lê min tiştek jê fêm nekir. Ma min tilîya xwe bihn kiribu ku bizanim di nav rîs da kusî raza ye. Lê ez ji kusî naqahirim, ez ji wê yekê diqahirim ku, kurê kerê min xapand, serda jî qilfê xwe bi min kir, dîsa jî min jê tiştek fêm nekir.

Hiç yorum yok: