23 Eylül 2007 Pazar

çiroke kurdi

Tembûrwan


Îro mîna miryê ku serê wî li bergorê keve wek dîwarekî ji heriyeke bê ka herderê wî terikî, ji xwere got wax ev çi bû? Bi melûlî li dor xwe dinerî hundirê ku bi hemû awayî hatibû xemlandin lê bû wek kavilekî, wek gayekî ser jêkirî xwe berda ser kursiyê xwe û mîna qulingekî birîndar ku ji refê xwe mayî, serê xwe berda nav destê xwe, gotinên lawê wî cardin hatin bîra wî dema ku got..
- Tu dizanî yabo weke ku îro ne daweta min e, ez gelekî xemgîn im… Wî ji xwere di got heger ez ji kurê xwe bipirsim ka sedemê xemgînya te çi ne? Ji sedî hezar wê bêje ku va ez zewicîm û êdî ezê bi hevala xwe dakevim, û ezê hinekî dûrî te bim bavê hêja… Berî kulawê wî sedemê xemgîniya xwe bêje.
Bavê mino qet xemgîn nebe, berê te li meheke hingivîne, bi destê hevala xwe bigre û here, qet xema min meksîne. Lê bersîva kurê wî mîna birûskeke serê biharê bû, dema ku got… Yabo ez ne xemgîn im ku ezê dûrî te kevim, her gav tu dikarî bi telefhonê li min bigerî heger tu bixwazî… Xwêdana xwe paqjkir pistî vê bersîvê xweziya xwe daqurtand... Kurê min, min jî dixwest ku rehemtya diya te nuha li gel meba, lê emir di destê xwedê deye. Kurê min, ji ser kursiyê xwe rabû û berê xwe da oliya bûk û zavê ku li kosekê bi cih bibûn, cardin dengê kurê wî hat … Yabo ma tu ewqas min nezan û zarok dibînî? Ez dizanim ku ev deh salin ku dayika min çûye ser dilovanya xwe, sed rehme lê be te ew anî bîra min… Pistî vê bersîvê herderê wî hejiya û di dilê xwede got gelo çi ji kurê min kême, ta ku di roja daweta xwede xemgîn be, min rojekê ew ji tistekî mehrûm nekir ye, berya her kesî ji yê ku di temenê xwede, bû xwedî tirimbêl, berî her kesî bû xwedî telefona destan û her meh jî dughere Ûûûûû… bi tirseke mezin mîna ku bi mayînekê bilîze, lêvên wî wek pelê daran dilerzîn û pirsî... Çima tu xemgînî delalê min? Zimanê xwe gez kir lê çû pirs ji devê wî derket, çimkî bersîva kurê wî jiyana wî tev ser û binî hev kir… Dema ku jêre got. .Yabo ma ezê çawa ne xemgîn bim û yê ev jiyan bi min xwes kir û dilê min tije hêvî kir îro ne li kêleka min e …Bavê wî li hemû mêhvanan bi deh çav nerî. .û got kurê min li gor ku ez dibînim hevalê te tev li virin.. Û min jî yek ji merivan ne histye ku min ew vexwedeyî dawetê ne kirî ye, û tev jî hatine... Yabo ev tev li alîkî û ew li alîkî… Jibo ku xwe ji vê dan û standina kambax rizgar bike, hinekî bi hêris pirsî… Erê kurê min evê ku nehatîye. Û te evqasî xemgîn kirî ye kîye?.. Bi vê bersîvê yek car sasomaso bû dema ku kurê wî got…ez xemgînim ji ber ku apê min TOFO ne li vire… Mejiyê wî çelq bû û sere xwe guvast, malbata xwe û ya xezûranê xwe ji heft bavikan de dest pêkir, kir û nekir ku yek ji malbatê navê wî TOFO be were bîra wî nehat, ji lewra jî ji kurê xwere got.. Tê biborîne kurê min, xuyaye ez êdî pîr bûme, ê min dara malbata xwe û ya xalanê te tev dawesandin lê yekî ku navê wî TOFO be nehate bîra min, ev ciwamêr kîye? Apê TOFO yabo, tê bira te, te ew nedîtîye ji carekê pêve, ew car jî te dilê wî sikand mîna zarokekî sêwî girîya, ez qet wê rojê jibîr nakim, dilê te ji kevir bû ez nizanim çima te wiha kir. .Êdî arama wî nema, gotin ji devê kurê xwe girt, de bêje law mêvan li hêviya minin ha. .Ev TOFO kîye …mîna ku bavê xwe gunehbar dike…TOFO yabo TOFO yê tembûrvan …Bivê bersîvê xwêdana jineke ku diber zayînê debe ji aniya wî hat, mîna ku deh mirov destê xwe têxin qirika wî bi zorê deng jê derket... TOFO yê tembûrvan, ev gotin wek dewlek ava sar bi ser serê wî de hate xwar. Kabokê xwe bi dûv xwe de kiskisandin xwe gihande kosekê û zimanê wî bi heft girêkan hate girêdan, ew tembûrvanê gemarokî wek pîrabokekî hat ber çave wî, roja ku li ber derîyê hewsê bi kurê wî re rûnistî bû û jêre li tembûrê dixist, bê hisê xwe tembûra wî ji dest derxist û li nav sere wî xist parçeparçe kir bi qîr û serê xwere çend pere avêtin nav cavê wî.
Ez careke din te li vir ne bînim, em xwedî esîrin ji xwe serim dikin, ev tembûr karê we qereçiyane. .bilez xwe avête tirimbêla xwe bêyî ku li çavê kurê xwe temase bike… Lê xatir xwestina kurê wî ew ji van sawêran vegerande nav daweta kurê wî, lê bi dawî bibû. Çavê wî çû ser wê diyariya di destê kurê wî de, hinekî bîna wî hate ber wî, ji xwere got xuyaye bûk û zave bîna agirê nava min kirin ji lewra diyarî bo min anîne, ew hîn jî di xweskirina dilê xwe deye... Yabo va emê herin lê ji kerema xwere tê vê diyariyê bide apê min TOFO ez dizanim wê were. bi destin lerizî ew diyarî girt, bûk û zava mîna rewrewkê ji ber çavê wî wenda bûn, hîn jî ew diyarî di dest deye,bi dilekî tije ax û keser berê xwe da wê fotografa xweyî ku bi dîwar ve hatye daleqandin, teqeziyê bi fotoya xwere dike. Erê tu avokatî tu kurmikê zagonanî, lê tenê zagonê dadgehan, di dadgeha jiyanê de, tu ne fereke sola temen bûrî ye, ev bîst salin te roj û sevê xwe kirine yek ji bo ku kurê te dilxwes be, di dawî de kurê te di rojeke wiha pîroz de te jibîr dike û tembûrvaneke zingarî di bala wî deye. Li der û dora xwe temase kir bi çavê xatir xwestinê li her tistî nerî, çavê wî çû ser wî hasinê ku bi zikê xanî ve daleqandî ye, bilez û bez bazda pirtûkxana xwe û bi qevdan pirtûk bela kirin. Û di got zanyarî û zanebûn nikarin xwesîyê bînin, her tist ne bi pînakî ji çakêtê wî tembûrvanê zingarî ye. Ew mal ser û binî hev kir mîna gayekî ji westandinê li erdê ket …Bihnekê ma û biryar da ku wê xwe daleqîne, girafêta xwe vekir, xwest ku xwe bighîne wî bizmarê ku bi zikê xanî ve hatye daleqandin, ji ber bejna xweya kin kursî jî miradê wî bi cih ne anî, ji lewra ew pirtûk tev dan hev û kire mîna holikekê û gihiste wî bizmarî, bi destin lerizî girafêta xwe pêve sidand... berê wî kete wêneya xanima wî, bi kesereke dijwar jêre got, delala min va ez tême cem te, lê tu minzgînî di pasila min de tunene bi parsiwên sikestî ez tême cem te, û ji tere dibêjim ya mafdar tuye. Demekê te di got xwesî bi peran nayê û min jî digot her tist bi peran tên, xwesî, azadî, bedew bûn her tist bi perane. Lê weke te derket, îro kurê minî ku min her tistê xwe da wî bê xatir ji cem min çû.. Ji lewra ez tême cem te, bi vê xirecira ku bi jina xwere dike dengê mirovekî ku dibêje roj bas weke mîxekî kete guhê wî… Mîna ku deh kes bi paxila wî bigrin û ew di diziyekê de be, wisa veciniqî li xaçîrêka ku deng jê hat temase kir, hema dît ku TOFO yê tebûrvane. Xwîna canê wî tev di kevçika çavên wîde civiya, çav lê bûn wek du fincanê xwînê, mîna ku pêwistyê nabîne ji bo ser û gazinan, di dilê xwe de got ma ezê çi ji tere bêjim te ya xwe kir, bi vî darikê xweyî rizayayî te kurê min ji min sitand.
Tembûrvan bi vê rewsê pir xemgîn bû, ew gotinên mîna xenceran dema ji devê vî zilamî li dilê wî ketin jibîr kir. Hema di sûna xwede, xwe berda erdê û dest avête tembûra xwe, mîna ku tika û hêviyê jê bike da çarakê ji vê rewsê re bibîne… Awaz li dû awazê nuhirand, ji bavê Seyro dest pêkir: hey lolo delal/bavê fexriya... tembûr di nav teliyê wî de lal bibû, awaz li dû awazê. Bi dengê tembûrê re mîna ku deh zilam bi lingê wî bigrim û bi kiskisînin, wek zarokekî ku ev gelek salin li sînga dayika xwe digeriya. Hêdî hêdî ji ser wê koma pirtûkan xwe berda, mîna berxika ku dayika xwe bibîne, berê xwe da tembûrvan, dixwest lêborînê jê bi xwaze, lê TOFO bi tembûra xwere li dunyake din bû, wî jî sere xwe danî ser kaboka tembûrvan û kete xeweke kûr ku ev 45 salin lê digere. ji dema ku ji hembêza dayika xwe bi dûr ketî ye, ev 45 salin ku li vê ewlekarî yê digerîya digeriye…

Hiç yorum yok: