23 Eylül 2007 Pazar

çiroke kurdi

Keçika te çû


Xebera ku ew jê ditirse hat. Gotin: "Keçika te çû" .
Zewo her roke xwe bi tirs, bi xof derbas dibû, digotin "keçika tê here, ê di nav tiştî bi dişkî, xeter da ye". Lê dîsa jî Zewo bawer nedikir, digot "keçikek nare tu dera, ne tişte ku cara bûye"
Dema ku ew xebera hat, Zewo li ber male rûniştibû, xebera ku li nav gund belav bûyî zû geste Zewo; cîrana Zewo hate hêla Zewo rûnişt û bi dengekî nizm û veşartî go: "Li nav gund belav bûye dibênê keçika te çû". Dema ku Zewo ew xebera bihîst xuzi di dev da nema, dev lê miçiqî, benz lê zer bû, mîna ku zom li seri keve ew xebera di guhê we da deng da; "Keçika te çû!!! Keçika te çû!!! Keçika te çû!!! " Rabû serxwe kete hundire male û deri li ser xwe kîlît kir, derbase oda pêşiye; oda rûniştine bû, li ber pencere rûnişt, li derva meskir, mala wan li perî gund bû di hêle mala wan ra rêyek derbas dibû; rêyeke dirêj û zirav, rê diçû digre û li dûre, di bergehe da zirav dibû. Zewo di pencere ra li vê rê mesdikir, Zewo qet tu cara li vê rê ewqas mesnedikir, niha ew rê bi Zewo dihate maneya veqetîn, dûrketin û venegerin e. Kelgirî bû, bêdeng digirîya, ji çavên Zewo hestirk mîna dilopên barane dibarîn.
Gundî; cîran, dost, heval li ber male bi kom-kom civî bûn, dixwestin awnî bikin, lê Zewo deri venekir, nedixwest deng bike. Li navberekê çavên we li televîzyon ket, televîzyon ji hev bû û xeber dihatin gotin: " Sayin seyirciler, bugün güvenlik güçlerinin bir çok eve yaptigi baskinda, yasadişi faaliyetlerde bulunan çok sayida ögrenci, beraberindeki yasadişi yayinlarla suçüstü yakalanip gözaltina alindilar" . Zewo go: "Xweziya keçika min jî ma neçûbûya, ma hatibûya girtine, ma hepsî bûya, hînge min dikarî keçika xwe bibînim, zîyaret bikim, lê niha bêxeber, bêedres, bêsûn ew kî dizane li kudere ye!". Rabû serxwe, derbase odeke din bû; oda keçika xwe, oda ku keçika xwe lê ders dikirî, lê radiketî. Ode da masek hebû, li ser mase pirtûkên li ser hev, li hêla pirtûkan resimek; resime keçika xwe; ew resima ecer kisandibûn, di resim da jî ruken bû keçika xwe, li ser ruyên we tim ken hebû, di navbera wan da bû; navbera dî û bavê xwe, her destekê xwe liser milên dê û bavê xwe bû. Keçika wan bi qîmet e li ba wana, bi tene ye, bê xung û bê bira ye, loma jî navê keçika xwe kiribûn Yekpare. Zewo çavên xwe ji resim heynan, li dîwaran mes kir, li refên dîwaran, ref ji pirtûkan tiji bûn, pirtûk di rêze da bûn, Zewo xwendî nedizanî, gotina Yekpare hate bîra we, Yekpare digo "di van pirtûkan da, ji sîyaset, felsefe, ekonomî heta dîrokê her tişt heye" . Zewo di dilê xwe da go "van pirtûkan bûne sebebê keçika min" . Teqata wî nemabû zêde li oda Yekpare bime. Resim ji ser mase heyna, kire pasila xwe û ji ode derket. Deriye male l'eadiket, mêrê Zewo bû.
Zewo derî ji hev kir, gundîyên ku li ber male civîbûyîn belavbûbûn, kes tunebû. Mêrê Zewo serî di ber da derbasî odê bû, qet deng nedikir, Zewo jî derbase ode bû, perdeyên pencera kisandin, hundirê odê şevereş bû, bê ronahî di odê da rûniştin, mala wan bêronî bû, dinya li wan tarî bû, bavê Yekpare li ser mîndere seri di ber da, xwe topuhev kiribû, bi hêrs û bi dengekî kelgirî li jina xwe xulî bû û go " tu bûyî sebeba Yekpare, min go em nesînin universîte, keçikek bi tenê li bajarên dûr, nenas, tu çi dizanî a çi bike? Xelasîya welat ji keçika te ra ma ye? Ma here, bela serê xwe bibîne, ez qet hestirkekê ji van çavan nakime xware" . Dema ku bavê Yekpare van gotinan digotin, ji xwe bêxeber, hor-hor digirîya, hestirk ji çavên wî mîna dilopên barane dibarîn. Zewo li merê xwe mês kir; li girî û nalîna wî, ew jî hate ber mêrê xwe rûnişt, ji paşila xwe resime Yekpare derxist, tev hev girîn, lê Yekpare ji wan bêxeber hîn di resim da dikenîya. Zewo li resim mês kir û go: "Yekpare! Min heta hiro bi te qet tu kar nekir, min destê te sil-zîyo nekir, me bi xwe nexwar, venexwar da te, me go ma tu nebî bermalîyek, me tu şandî unîversîteya bajaran, emsalên te gîşk ji merên xwe ra bûne kole, bûn bermalî, ew çi serê we yê bêaqile, bi derketina ser çîyan tu çi xelas bikî?".
Zewo resim ji dest xwe avêt ser erdê, li mêrê xwe mês kir, li çavên wî yên tiji bûyî, li çavên wî yên kûr-kûr difikirin, li bêdengîya wî, li keser kişandina wî. Di dilê xwe da go: "Ew çi hezkirina welate ku, keçik û xortan ji mal dûr dixe, ji dî û bavan vediqetîne, welatparêzîya ku keçik û xortan ji malbatan dûrdixe, diêşîne hisê min qebûl nakin. Merî nikare bêderketina çîyan têkoşîna xwe bike? Yekpare çiqas pirtûk xwendibin jî, ew hîn pir tiştî nizane, fam nake" .
Ro çû ava, sev bi ser gund da dihat. Lê dinya ya dê û bavê Yekpare di ber seva ku bi ser gund da hatî tarî bûbû. Îdî tiştê ku ew bikin tunebû, bêdeng, bêxwarin, bêvexwarin ew şeva bi ser wan da hat. Bi xeman, bi keseran serê wan di ber da rûniştibûn. Li derva baran dibarî, dilopên barane dipisqîn cama pencere, brûskan vetenîn, tarîtîya ode pê ronî dibû, dengê brûskê dikete guhên wan. Zewo go:"Yekpare li van baranan bêwar, bêmal çi dike". Teqeta Zewo û mêrê wê nema bû, bi xew va diçûn. Bêcî, bêlihêf ketine xeweke kûr.
Di şeva tarî da, di nav dengê baran û brûskan da, di nav xewa ku Zewo tê da dengê lêxistina derî dihat. Zewo rabû serxwe berve deri çû. Derîyê wana qet tu caran li van sihetan lênediket. Bi meraqeke mezin derî ji hev kir. Kes tunebû li ber deri, Zewo serê xwe dirêj kir, qeratîyek xay dikir, berî di we alkiribû, di şeva tarî da nedihate naskirin, qoçikekî qut lixwekiribû, yaxa qoçik li ber çexkiribû, bejin zirav bû, por sitîl bû, giran giran berê xwe çerx kir; Yekpare bû, Zewo ew zû naskir, rukenîya we dîsa mîna bere li ser bû, dilopên barane li ser ruyê Yekpare bû. Qîrnî kete Zewo, bang kir: "Yekpare! Keçika min! Rindika min! Delala min! Min dizanî tu me cînanî, terk nakî" . Zewo bi hêrs Yekpare kire hembêza xwe, seri da ser sîngê xwe û horîna we dinya heyna û go: "Te çima em veng êşandinî, tu dizanî hebûn û tunebûna me tu yî" Serê Yekpare li ser sîngê Zewo û di navbera her du destên we da bû. Zewo destê xwe li nav porê Yekpare digerand, por sil bû, go:" Delala minê were em derbasî malê bin, ta veng nexwes bikevî, ez te ra zîyo bikim, xwarineke germ ji te ra bikim". Yekpare serê xwe heyna ji sîngê dayika xwe, bi rukenîya xwe li dayîka xwe mêskir û go: "Ez nakevim malê, ezê herime, hevalên min li benda min in! Dayê ez dizanim ji bo te zor e, welate me jî mîna te dinale, bi sedan salane ew dinale". Zewo dibê: "Delala min! Te ez gêj kirim, tu dixwazî min dîn jî bikî? Oda te, masa te, pirtûkên te gîsk li wir in, li benda te ne! Li van baranan tu herî ku?" Yekpare destên dayîka xwe ji nav porê xwe giran-giran derdixe û dibê: "Bi xatire te be daye!". Zewo biqesî quweta xwe bang dike: "Mere!!!..." ," Mere!!!..."
Dema ku Zewo bang dikir "Mere!!!..." çavên xwe ji hev kirin, sibe bû, tiji xu bûbû û merê Zewo bi ser we ra dawestî bû. Zanî ku xevn e. Yekpare di xewnêda jî neketibû mal. Bejna Yekpare ku di xevna Zewo da tim dihate ber çavên wê û di guhên wê da gotina Yekpare; "Bi xatirê te be dayê!"

Hiç yorum yok: